30 Nisan 2008
|
 | ‘Min li Kurdistanê bi sedhezaran re Newroz pîroz kir. Min panzerên alman dîtin ku diçûn ser gel. Min neheqiya cehþan û dirûþmeyên þoreþgerî dîtin…Niha êdî pêwendiya min a bi Kurdistanê re ne tenê siyasi ye, Kurdistan parçeyek ji dilê min e û ez jî xwe wek parçeyek ji Kurdistanê hîsdikim.’
|
|
Dr. Nickolaus Brauns li paytexta Almanya Berlînê di piraniya çalakiyên kurdan de li pêþ e, gelek caran li rasta êrîþa polisan jî tê û dest datînine ser kompûterên wî. Lê ew ji dewleta alman û kirinên wê re dibêje “na“ . Me bi Dr. Nickolaus Braunsê ku li dijî pergalê bi wêrekî disekine re gotûbêjek li dar xist.
Bi kurd û Kurdistanê re pêwendiya te ya yekem li ku û çawa çêbû?
Tekiliya min a yekem bi kurdan re di sala 1993 an de di xwepêþandaneke li dijî þer de min kurd nas kirin. Wan digot; em li dijî þer in û ez jî li dijî þer bûm. Wan digot, em li dijî Amerîka û Saddam in û ez jî li dijî Amerîka û Saddam bûm. Ji wê rojê þûnde têkoþîna serxwebûna gelê kurd nas dikim. Di sala 1993 an de ez endamê rêxistineke marksîst ê þoreþger bûm. Wê demê rêxistina min got: ev qedexeya ku ji PKK ê re derket, dê ne tenê bi PKK ê re sînorkirî bimîne. Ev dê ji tevahiya komên antî-faþîst re pêkbê, ji tevahiya tevgerên karkerî re dê derbasdar be. Me biryar da ku em li dijî vê biryara qedexeyê derkevin û em derketin. Ji wê rojê þûnde têkiliya min hîç ji doza kurdan nehate birîn. Niha jî ez di nav komîteya Kurdistanê de cih digirim. Ji bo min xala herî girîng jî ev e ku em û kurd em dikarin pir tiþtan ji hev fêr bibin. Em komunîstên alman dikarin ji kurdan fêr bibin ku ka tevgera girseyî çawa tê rêxistinkirin û rêvebirin. Hevrêyên me yên kurd jî dikarin ji me fêr bibin ku ka mirov çawa dikare daxuyaniyeke çapameniyê binivîse û çawa mirov dikare dîplomasiyê bike?
Kurdistan di dilê te de cihekî efsanewî ye, heta niha çûyî warê kurdan?
Yekemcar di sala 2001 an de çûm Kurdistanê bi delegasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê YXK ê re. Di yekem Newroza legal a nîvmilyonî de ez jî beþdar bûm. Li wir jî cara yekem pêrgî gelek tiþtan hatim; dînamîzma gelê kurd, dirûþmeyên þoreþgerî, li wir min panzerên alman ên ku baz didan ser mirovan dîtin. Wisa jî min xebata li dij bendava Eskîfe jî kir û ji wê demê vir de tim diçim û têm.
Têbiniyên te yên bingehîn çi ne ji Kurdistanê?
Ez mîna çavdêr beþdarî hilbijartinan jî bûm. Neheqiyên ku li kurdan dibûn, me ew jî rapor kirin. Em bûn þahid ku çawa hîle dihat kirin, çawa cehþan zext li gel dikirin, me xwest van ragihinin raya giþtî ya cîhanê. Niha êdî têkiliyeke berfirehtir heye, ez ji çiyayên kurdan hez dikim, ji mirovan, ji Mezopotamyayê hez dikim. Dîroka herêmê ji min re pir balkêþ e. Niha pir hevalên min hene, li wir. Ji bo almanekî dîtina derguþa mirovahiyê pir girîng e. siyaset helbet girîng e, lê ez Kurdistanê mîna parçeyek ji dilê xwe û xwe jî parçeyek ji Kurdistanê hîs dikim.
Nêrîna te ya li tevgera azadiya kurd çi ye?
Tevgera azadiya neteweyî ya kurd ji tevgerên din cîhane pir cihêrengtir e. Eger em tenê ji salên 90 î ve bigirin dest, qonaxa ku tevgera kurd hatiyê, pir girîng e. Li tevahiya dinê þoreþ têkçûne, lê tevgera kurd her hewldaye ku wek þoreþger bimîne. Tevgera kurd teslîmê rastgiriyê nebû, teslîmê împeryalîzmê nebû. Bê ku ber bi rastgiriyê ve biþemite, di nav xwe de guherînên girîng jî kirin. Rexneya min a li ser tevgerê derbarê aliyê wê yê sosyal de ye; ku karibûya doza çînên din wek karker û kedkaran jî di navenda têkoþîna neteweyî de bi kar bianiya dê baþtir bûya. Rizgarî, lê ji kê rizgarbûn? Li gorî min ev bi qasî rizgariya ji mêtîngeran, wisa jî rizgariya karker û gundiyan a ji feodalan e. Ev tevger ne ji bo rizgariya burjuwaziya neteweyî ye, ji bo gel e.
Li gori te kîjan çîn pêþengiya tevgera kurd dike?
Li gorî min piraniya endamên tevgerê karker, gundî, rêncber, ciwan û xizanên ji guhên bajaran in. Her ciqas wiha be jî, tevger, dixwaze pirsgirêkên çînî piþtî þoreþê çareser bike.
Tevger di pirsa jinê de gavên girîng diavêje, ev jî ne þoreh e li dijî fodalizmê?
Tenê di mijara jinê de antî-feodalî ne bes e, divêt li dijî feodal û burjuwaziya mezin jî antî-feodal be. Guherînên ku birêz Ocalan bi konfederalîzma demokatîk ve anîne, divêt tenê bi siyasetê ve sînorkirî nemînin. Divêt jiyana aborî û nakokiyên din jî hilde nav xwe.
Te berhemên birêz Ocalan xwendine?
Min pirtûka Ocalan a bi navê Dewleta Sumer Rahîp xwend. Ez nivîsandina vê pirtûkê wek bûyereke pir giring dibînim, di giravekê de û bi derfetên teng nivîsandiye. Xalên pir balkêþ hene. Ez pir dixwazim ku rojek bibe qismet, ez û Apo li devereke azad li ser babetên cihê gotûbêjê bikin.
Baweriya te heye ku serokê kurd rojkekê vegere nav civakê û azad bibe?
Kê bawer dikir ku Mandela azad bibe û bibe serok komarê Afrîkaya Bahûr? Kê bawer dikir ku Arafat bibe serokê dewleta Filîstînê? Dewleta tirk baþ dizane ku mirina Ocalan bi kêrî wan nayê, nexwe niha zûda kuþtibûn. Eger þer mezin bibe, dîsa yê þer bide skinandin dê Ocalan be. Dewlet dizane ku nirxê Ocalan çiqas bilind e.
Derbarê dijminahiya dewleta alman a li ser kurdan û tevgera azadiya kurd de nêrînên te çi ne?
Bi baweriya min, ev dijminahî ne tenê li dijî PKK ê ye. Ew dijminê tevahiya tevgerên sosyalîst û demokrat in. Niha Lefontein li Almanya hinek temsîla çepgiriyê dike û li dijî pergalê derdikeve, eger ji destê wan bê, dê wî linc bikin. Niha rêxistina Fîlîstînê jî berê terorist bû, gava ku ket emrê wan êdî jê rê negotin terrorist. Ji ber ku HAMAS radîkal e û tevahiya erdên Filîstînê dixwaze, ew xerab e û terorist e. Di nav kurdan de jî heman tiþt derbas dibe, Barzanî û Talabanî li her derê dinê digerin û diçin cem Bush jî. Li gorî wan ew kurdên baþ in. Ji serê sedsala 19 an ve Almanya tim li gel tirkan e û li dijî kurdan hevkarî dike, fermandarên alman þerên kurdan bi rê ve dibin…
Almanya û osmaniyan hevkarî kir. Tenê ne aborî, wisa jî leþkerî bû. Bêþansiya herî mezin a kurdan delaliya welatê wan e. Delaliya welatê kurdan bûye bela li serê wan. Almanya ne ji bo ku çend bûroyên tirkan hatin þewitandin PKK ê qedexe kir. Almanya PKK ê li dijî siyaseta xwe ya împeryalîst xeter dibîne. Împeryalîzma alman xwe hewceyê Tirkiyeyê dibîne li Rojhelata Navîn. Almanya rêya hesin a Bexdayê ji bo osmaniyan çêkir, ev jî niþaneya hevkariya wan a dûvdirêj e. PKK ê dixwaze partnereke almanan lawaz bike, ev jî nayê hesaba almanan.
Eger Tirkiye têkeve Yekîtiya Ewropayê, gelo dê çi bandor li çereseriya pirsgirêka kurd bike?
Ez weki marksîstek Yekîtiya Ewropayê rêya rizgariyê nabînim. Rêxistineke neo-lîberal û mîlîtarîst û alava pêkutiyê ye. Ewropa pirsgirêkên di nav xwe de jî çareser nekiriye. Ispanya-Bask, îrlanda, îskoç û wd. Mafên hindikahiyan pir sosret e. Ewropa eger demokrat bûya, îro PKK dê qedexe nebûya. Niha beþdarbûna Yekîtiya Ewropayê dê demildest refahê jî neyne, dê gundiyên kurd ji vê pir zerarê bibînin. Reformên ax û çandiniyê dê piþta kurdan biþkîne, ji ber ku tu binesaziyên vê nehatine amadekirin. YE ne yekîtiya gelan e, yekîtiya serdest û sermayedaran e. Li aliyê din tevlibûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê dê hêza Tirkiyeyê zêde bike. Sînorên Kurdistanê dê qewîtir bibin û belkî êdî ev ne pêkan be ku Kurdistaneke yekgirtî jî bê rojevê. CPT rapor eþkere kir û got ku tecrîda li ser Ocalan giran e. Tirkiyeyê çi got? Got, na ev rêbaz seranser rêbaza ewropî ye û mixabin jî rast e.
Tu sekna hêzên pêþverû yên cîhanê ya ji bo þerê rizgariya Kurdistanê çawa dibînî?
Divêt em wek aliyê kurd eniya xwe berfirehtir bikin û giranî bidin têkiliyên înternasyonalî. Gelek alman jî çûn li wan çiyan þehid jî ketin, helbet mirovên pir pîroz in. Lê ez dibînim ku çiyayên vê derê jî ku ew jî bajarên metropol in, pir girîng in. Em dikarin têkoþînê li vir pêþde bibin. Berê sovyet hebû, di þerê îspanya de rista wan çêbû. Rewþa dinyayê vê gav pir cihê ye. Hevkariya bi kurdan re bes nîne, pir hindik e. Di cihê xwe de rûne û bêje ez alîkarî dikim, ev ne rast e. Divêt mirov bedêl bide. Di van demên dawî de çend car avêtin ser mala min û computerên min jî birin. Here Kuba li wir vexwarinek vexwe û bêje me hevkarî kir, ev pir qels e.
Hevkariya bi Kuba û Venezuelela re ne þaþ e, lê gava em li rewþa kurdan dinêrin, rewþeke pir xeter li ber çavan e û kes tihstek nake. Ez ne Castro û ne jî þvez wek sosyalîstên seransanser nabinim. Gava li dijî Amerîka dest didin Iranê ev ji sosyalîstiya wan nayê, ji têkiliya dewletî tê, projeyên wan ên aborî hene. Almanya û sovyetê jî pir peyman çêkirin û hin ji wan jî lehskerî bûn. Lenîn ti car negot, eman têkiliya me bi Almanya re heye û hûn Almanya zêde nexine tengasiyê. Eger þavez lîderekî sosyalîst bûya, dê li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Iranê derketa, li dijî faþîzma li ser jinê derketa û mafê neteweyî yên kurdan jî biparasta. Lê ez vêna jî dibêjim û ji Barzanî û Talanabanî re mina peyamek birêdikim. Divêt ew þavez ji xwe re wek nimûne bigirin. Divêt ew petrola li Kurdistanê ne tenê ji bo berjewendiyên xwe, wisa jî li gel parve bikin.
Li Almanya jî demek sosyalîzm pêkhat, tu wê serdemê çawa dinirxînî?
Gava ez zarok bûm, çend car çûm Almanyaya rojava. Tiþtê ku herî zêde bala min dikiþand; tirs bû. Bavên min mêrekî pir wêrek bû, lê dîsa jî li sînoran tirsê ew digirt. Mixabin sosyalîzma ku hatibû jiyan, dû re ketibû destê bûrokratan û serdestiya partiya komunîst hatibû pê. Divêt li gel hertiþtî jî em ji bîr nekin ku têkçûna sovyetê û welatên sosyalîst ji bo me windabûn e. Aliyên baþ ên wan deran jî hebûn; bêkarî tunebû, fihûþ tunebû, mafiya tunebû, birçîtî tunebû, xanî hebûn, kar hebû, zarok nedimirîn. Divêt em wan aliyên baþ bi demokrasiyeke bilind ve pêkbînin û wisa jî bibînin.
Ji bo kurdan peþniyarên te çine?
Divêt kurd ne tenê Kurdistanê her wisa jî rewþa civakî ya vê derê ji bibîbin. Pirsgirêkên li welatê alman jî hene û ev pirsgirek di heman demê de pirsgirêkên we ne jî. Hûn jî li vir dijîn. qirêna we qirêna me ye û ya me jî ya we ye. Divêt kurd di nav pevçûna li diji imperyalîzmê de jî xwe bidin nîþan. Me komîteya hevkariya bi Kurdistanê re ava kir û xebatên me yên baþ hene. Hevkariya înterasyonalî pir girîng e. di nav çepên alman de, femînîstan de em kar dikin û encamên pir çê derdikvin. Divêt ev bigihije asta herî bilind.
YEKO ARDIL/ BERLÎN
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA
|
|