13 Eylül 2007
|
|
|
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), di peyama ku bi mebesta meha Remezanê weşand de, meha Remezanê li misilmanan pîroz kir. CÎK bang li kurdan kir ku di meha Remezanê de yekîtî û biratiya di nav xwe de zêde bikin. CÎK, xwest ku dawî li zilm û pêkutiya li ser kurdan bê anîn.
CÎK’ê, bi mebesta meha Remezanê peyamek weşand. Serokê CÎK’ê Mele şafî di daxuyaniyê de bang li kurdan kir ku di meha Remezanê de daxwaza xwe ya hergavîn a aştî û biratiyê bîne ziman. Mele Şafîbang li hemû mislimanên ku wê rojî bigirin kir û diyar kir ku ji bo şer û herikandina xwîna li Rojhilata Navîn û erdnîgariya gelên misliman raweste, divê mirov wate û girîngiya meha Remezanê bike pratîkê.
Banga yekîtiyê ya li kurdan
Mele Şafî bibîr xist ku kurd ev bi salan e li ser axa xwe rastî niheqiyan tên, welatê wan hatiye parçekirin û ev ne bes e bi ser de dewletên Îran û Tirkiye dixwazin li ser axa kurdan dîwarê şermê çêkin. Mele şafî, wiha got: “Di demeke ku divê aştî û biratî were bilindkirin de bi taybetî jî hikûmetên tirk û Îranê şerek hovîtiyê yê li hemberî gelê kurd dane destpêkirin. Ez bang li gelê kurd dikim ku li hemberî van hêzên êrîşkar, yekîtî û bihevretiya xwe bikin yek.”
‘Rojiya yên ku zilmê li kurdan bikin qebûl nabe’
Mele Şafîli ser wate û girîngiya meha Remezanê rawestiya û wiha got: “Rojî girtin, tenê mayîna tî û birçî nîne. Meheke pîroz ku divê niheqî bêne qedandin, dawî li tunehesibandin û tunekirinan bê anîn, dawî li qirkirina mirovan bê anîn e. Rojiya civakên ku zilmê li gelê kurd ê misliman bikin, qebûl nabe.” Mele Şafîbang li hemû civakên misliman kir û daxwazên wekî dayîna mafên kurdan û azadiya wan, dubare kir. Mele Şafîyê bang li Îran, Iraq, Tirkiye û Suriyeyê ku pêkutî didin ser gelê kurd kir û wiha got: “Divê bê zanîn ku hêzên Kurdistanê dagir kirine nikarin ewlehiya xwe tenê bi şer û çekê pêk bînin. Ewlehiya rastîn, bi diyalogê û têkiliyên adilane pêk tên.”
Banga fitr û zikatê
Mele Şafîbi mebesta meha Remezanê bang li dewlemendên li erdnîgariya kurd jî kir. Mele şafî, xwest ku dewlemend fitr û zikatên xwe bidin kurdên xizan û sêwî. Mele Şafîher wiha got ku fitr û zikatên bighîjin wan, wê ji malbatên hewce yên li erdnîgariya kurd re ragihînin.
DÎHA/DORTMUND
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA
|
|